"Tirkiye çi dibe bira bibe dê doza Filistînê biparêze" 

Çavuşoglu axaftina destpêkirinê ya Konferansa Balyozan a 11emîn kir.

"Tirkiye çi dibe bira bibe dê doza Filistînê biparêze" 

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got, "Qibrîs doza me ya neteweyî ye. Ewlehî û wekheviya siyasî ya gelê Tirk ê Qibrîsê bivênevê ye. Em ji bo tu modeleke siyasî ya li ser vê esasê nabêjin na." 

Çavuşoglu axaftina destpêkirinê ya Konferansa Balyozan a 11emîn kir.

Çavuşoglu di axaftina xwe da bal kişand ku Behra Spî ya Rojhilat li ciyekî wiha ye ku sê parzemînên dinyayê digihîjin hevdu û wiha dewam kir, "Em ê destûrê nedin ku li Behra Spî ya Rojhilat gavên ku maf û berjewendiyên rewa yên Tirkiye û Tirkên Qibrîsê raçev nakin, bi ser bikevin. Lewma jî em ê her wextî û di her şertî da mafên Komara Tirk a Qibrîsa Bakur û gelê Tirk ê Qibrîsê biparêzin. Qibrîs doza me ya neteweyî ye. Ewlehî û wekheviya siyasî ya gelê Tirk ê Qibrîsê bivênevê ye. Em ji bo tu modeleke siyasî ya li ser vê esasê nabêjin na. Ji ber vê çendê jî peyama me ya bo hemû kesên ku bi vê herêmê ra eleqedar in yek e. Werin ser zemînê hevkariyê, da herkes qezenc bike."

"Tirkiye çi dibe bira bibe dê doza Filistînê biparêze" 

Çavuşoglu bal kişand ku li Rojhilata Navîn kêşeyên ku bûn sedema Bihara Erebî, niha jî bi heman rengî dewam dikin û wiha got:

"Nakokiya Filistîn-Îsraîlê û ewlehiya Tengavê ji serdemeke hesas ra derbas dibe. Di serdemeke wihareng da nebûna yekîtî û hevgirtina di navbera welatên herêmê da bi rastî jî dîmeneke nexweş e. Tirkiye çi dibe bira bibe dê li ser wê yekê berdewam be û dê doza Filistînê biparêze." 

"Heger li Îdlibê drameke însanî rû bide dê ji ya sala 2015an jî xiratir be"

Wezîr Çavuşoglu herwiha diyar kir ku Tirkiye serkêşiya hewildanên navneteweyî yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê dike û piştgiriyeke berbiçav dide û wiha dewam kir, "Em li Astana û Soçiyê hevkariya xwe ya ligel Rûsya û Îranê didomînin û herwiha em hewil didin ku li sehayê şer û pevçûn dernekevin."

Çavuşoglu got ku encamên şênber ên vê hevkariyê di rêkeftina îdlibê da xwe nîşan dan û wiha pê da çû, "Vê axiriyê çi ji destê me hat me kir da ku li Îdlibê êrîşên rejim û hevalbendên wê yên dijî sivîlan rawestin. Ez bangî hemû dinyayê dikim ku di vê mijarê da rabin û alîkariyê bidin me. Heger na, ez dixwazim herkesî hişyar bikim ku li Îdlibê drameke însanî rû bide dê ji ya sala 2015an jî xiratir be."AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE