"Tirkiye di mijara S-400î da menfeetên wê çi bin wisa dike"

Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay: "Tirkiye di mijara S-400î da menfeetên wê çi bin wisa dike, biryara xwe dide û hildibijêre"

"Tirkiye di mijara S-400î da menfeetên wê çi bin wisa dike"

Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay: "Tirkiye di mijara S-400î da menfeetên wê çi bin wisa dike, biryara xwe dide û hildibijêre"

Alîkarê Serokkomar Oktay der barê îtifaqa CHP-Partiya ÎYÎ da wiha got: "Li hemberî me îtifaqeke ku bi mêranî derkeve pêşberî gel û bibêje 'HDP jî li vir e' ku perçeyekî vê îtifaqê ye, tuneye. Lê dîsa jî ev îtifaq e." 

"Îtifaq di navbera CHP û Partiya ÎYÎ da ye? Îtifaq CHP, Partiya ÎYÎ û HDP ye... Loma jî piştgiriyeke mezin ya PKKyê heye. Ji bona îtifaqekê piştgiriya rêxistina terorê dibe? Tiştekî wiha mimkûn e? Di kampanyaya hilbijartinê da çi karê rêxistina terorê heye?"

"(Operasyona li rojhilatê Feratê) Em îro jî dikarin bikevin wir, em her dem amade ne."

"Em destûrê nadin tu xebat û hewldanên ku ji bona Tirkiyeyê gef û talûkeya ewlehiyê dihewînin. Heger tiştekî wisa çêbe em ê şevekê ji nişkêva herin, em ê bikin. Em ê li Minbicê jî bikin."

"Heger hûn bi rêyên cuda bînin (HDP) û bikin perçeyekî îtifaqê hûn nikarin derkevin hemberî gel û bibêjin 'ev jî perçeyekî îtifaqê ye.' Em bi tiştekî wiha ra rû bi rû ne. Tinazan bi gel dikin. Gelê me destûrê nade tinazan û berdêla wê dipirse. Em ê di 31ê Adarê da bibînin."

"(Rojhilatê Feratê) Çi hewce bike em ê bikin. Em li wir hebûna terorîstan qebûl nakin û destûrê nadin ku ji bona Tirkiyeyê bibin talûke."

"(Minbic) Em bi rêyên diplomatîk li ser maseyê xeber didin, heger nebe li qadê ji çi hewce bike em ê bikin."

 "23 hezar TIR çekên giran yên ku Amerîka bêpere dişîne diçin ku derê? Wê ev çek ji bona Tirkiyeyê nebin gef û talûke?"

"(Ji Rûsyayê kirîna S-400î) Wexta Tirkiye biryara xwe bide tenê li ser menfeetên xwe difikire."

"(Pergala e-devletê) Em behsa qasî 7 hezar xizmetan dikin. Versiyona 1.0 wê bikeve rewacê... Me gotibû 'Emê îsal vê biqedînin' û heke bibe qismet emê îsal biqedînin. Ji sedî 95ê wê temam bûye."

Oktayê Alîkarê Serokkomar ragihand ku di nav du mehan da li hemû bajaran li ser e-devletê abonetî û birîna karên ceyran, xaza siruştî wê were kirin.

"Karnameya bajêran xebatên bajêr, yanê xebatên me eşkere dike. Bi 136 nîşaneyan va em bi awayekî pir berbiçav vê dipîvin."

Ji bo rastiyên sanal ên hatine parzûnkirin di jiyana rojane da bên xebitandin em pergaleke ku teknolojiyên hilberînê ra eleqedar e jî ji niha va gav bi gav amade dikin. Di vê mijarê da dahatûyeke nêzik li benda Tirkiyeyê ye."

 "Der heqê kirîna S-400î da em difikirin ku teslîmata ewil di meha Tîrmehê çêbe."

 "(Ji Rûsyayê kirîna S-400î) Di mijarekê da heger me îmze avêtibe çi hewce dike em ê bikin. Tirkiye naxwaze bi kesî ra bikeve rikberiyê."

 "Kirîna S-400î nayê wê meneyê ku em naxwazin Patrîotan jî bikirin. Pêwistiya me pê heye û heger şert û merc çêbin em ê li ser biaxivin."

 "Di navbera rewşa piyaseyên Tirkiyeyê ya îro û ya pêşerojê bi kirîna S-400î ra têkildar nîne."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Adar 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE