“Tirkiye di têkoşîna bêhempa ya ji bona rêlibergitina koçberiya bêdestûr da, bi tenê hatiye hiştin“

“Tirkiye di têkoşîna bêhempa ya ji bona rêlibergitina koçberiya bêdestûr da, bi tenê hatiye hiştin“

Serok Erdogan: "Tirkiye di têkoşîna bêhempa ya ji bona rêlibergitina koçberiya bêdestûr da ku ji Sûriyeyê çêdibe, bi tenê hatiye hiştin."

 "Deriyên ku li mezlûmên Sûriyeyî hatine girtin li FETOyiyên hov ku xwîna 251 welatitên me rêtine tê vekirin, ev ji bona mirovahiyê ciyê şermê ye."

 "Qeyrana penaberan dibe ku di navbera herdu dewletan bibûya wesîleya zeximkirina hevkariyê, lê ji ber helwesta nelihevkirinê ya Yewnanistanê ev badilhewa bû."

 "Em ji Yewnanistana cinarê xwe dixwazin ku siyanetê nîşanî heq û berjewendiyên me bide û ji tevgerên emrîwaqî û yekalî dûr bisekine."

Serokomar Erdogan: "Ez hêvî dikim ku em ê bi Yewnanistanê ra rêyên çareseriyê yên li ser heq, edalet û hevkariyê bibînin ku guh didin hiqûqa cînartiyê."

 "Em di aşiyê da îro gihîştin 100 milyon dozî. Bi berfirehî bi lêxistina TURKOVACa aşiya xwe ya xwemalî jî înşellah em ê demildest vê musîbetê ji welatê xwe dehf bikin."

Serok Erdogan: "Ez ji hemû welatiyên xwe dixwazim ku aşiya xwe bibin û destekê bidin têkoşîna me ya dijî Kovîd-19ê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE