''Tirkiye her tim li gor nêrîna xweseriya erkan tevgeriyaye''

Serok Erdogan: "Ew nêrîna tewşo mewşo ya li hemberî hemû daxwazên mirovahî yên civakên din bê deng dimîne û her êrîşa li ser hal xweşî û azadiyên xwe wek terorê dihesibîne pirsgirêka herî mezin a dinyayê ye."

''Tirkiye her tim li gor nêrîna xweseriya erkan tevgeriyaye''

Serok Recep Tayyîp Erdogan got: "Ew nêrîna tewşo mewşo ya li hemberî hemû daxwazên mirovahî yên civakên din bê deng dimîne û her êrîşa li ser hal xweşî û azadiyên xwe wek terorê dihesibîne pirsgirêka herî mezin a dinyayê ye."

Serok Erdogan di merasima ku li Navenda Çandî û Kongreya Neteweyî ya Beştepeyê bi munasebeta Vekirina Sala Dadî ya 2019-2020î hat kirin da axivî.

Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan bal kişand ser wezîfeyên serokomarê Tirkiyeyê û got: "Wezîfeya sereke ya serokomar ewe ku yekîtî û bihevratiya Komara Tirkiyeyê û miletê tirk bi cih bîne, ji bo birêvaçûna hemû saziyan hewl bide."

Serok Erdogan destnîşan kir ku serokomar ji bo kar û barên di qada xweseriya erkan da bên kirin ne asteng e û wiha pê da çû: "Xebata di navbera zagonî, birêvebirin û darazê da ku serbixwe divê bê kirin li dijî mîsyona ku di Makezagonê da ji bo Serokomar dibêje "serokê dewletê" ye nîne û ev yek ji bo vê ne asteng e. Ev nêrîna ku di Makezagona me da nivîskî ye û tê da cih digire ji bo cudahiya erkan gef nîne berevajiyê wê em vê wek hêzeke bihev ra girêdide dibînin."

Di axaftina xwe da Serok Erdogan li ser niqaşên ku di qada xweseriya erkan da tên kirin jî sekinî û got: "Rêgeza xweseriya erkan heke di şûna nêrîna hevkêşeyê da wekî sedema şer û pevçûnê bê şîrovekirin ev yek bi kêrî welêt û miletê nayê berevajiyê vê ev bi xwe ra zirar e."

Serok Erdogan ragihand ku pergala dewletê li ser desthilatdariya gel birêva diçe û wiha domand: "Di pergala dewletê da heke îla ku desthilatdariyek bê xwestin ev yek weke di Makezagonê da jî cih digire ew serdestiya desthilatdariya gel e."

Rexneyên di mijara xweseriya erkan da tên kirin jî di rojeva Serokomar da cih girt û ji bo vê jî got: "Di pergala me ya rêveberiyê ya nû da piraniya wan tohmetên di mijara xweseriya erkan da li hemberî serokomar ku di heman demê da nûnerê birêvebirinê ye jî tên kirin, bêbingehin.

Êrîşa li hemberî serokomar ê ku nûnerê erka rêvebirinê ya rayeya xwe ji darazê, ji miletê û ji hiqûqê hildaye di rastiyê da ji xwe ra qada siyasî rasterast kiriye armanc."

Serok Erdogan got ku ji pirsgirêkên sereke yên divê çareser bikin yek jî rêbaza hilbijartina damezrandina hemû pîşeyan e lazime wê li gorî demokrasiyê bi cih bikin.

Der heqê biryara hin baroyan ku beşdarî merasima vekirina sala dadî nebûn da jî Serok got: "Ez Serokê Darazê û yê TBByê ji ber wê tevgera demokratîk a ku li hemberî vê tevgera bawerhişk û xweferzkirinê nîşan dan, pîroz dikim."

Serokomar Erdogan ji bo Belgeya Stratejiya Reforma Darazê jî got: "Erkên Yekîtiya Ewropayê her çiqas li dijî welatê me xwedî nêrîneke cihêkariyê bin jî em bi vê belgeyê nîşan didin ku em girêdayî berpirsyariyên endamtiyê ne."

Serokomar li ser reforma ku di qada darazê da wê bê kirin jî sekinî û wiha pê da çû:"Em bi biryarin ku pêvajoyên darazê sade bikin, ji bo lihevnekirinan hin rêyên alternatîf derxin pêş, sepandinên hiqûqî yên bitewdîr tevlî pergala xwe bikin û vê reformê di demeke kurt da bikin rewacê."

AA

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 13:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE