"Tirkiye Herbeke Îstiqlalê ya nû dike''

Serok Erdogan di Civîna Heftane ya Ak Parti'yê de axivî...

"Tirkiye Herbeke Îstiqlalê ya nû dike''

Serok Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Heftane ya Ak Parti'yê de axivî...

Serok Erdogan: "Tirkiye Herbeke Îstiqlalê ya nû dike û şikir gav bi gav ber bi serkeftinê va dimeşe"

"Me bersiva yên xwestin Tirkiyeyê bikin mîna Sûriye, Iraq û Libyayê da. Em ketin şikeftên wan û çiyayên ku jê bawer dikirin bi serê wan da anîn xwarê."

Erdogan: "Ji destpêka Herekata Kaniya Aştiyê heta niha li dervayî welêt, bi taybetî jî li Ewropayê bi destê endamên rêxistina terorê dijî welatê me qederê 700 çalakî hatine kirin. Piraniya wan di NATOyê da bi me ra ne yan jî di nav YEyê ku em di mizakereyê da ne mixatabên me ne. Dîsa jî hemû çalakî li welatên wan û di bin çavdêriya polêsên wan da çêdibin."

Erdogan: "Kesên destûrê nadin gotin û helwesteke erênî yên der heqê Tirkiyeyê da hebin li welatên xwe dihêlin li kuçeyan sembolên PKKya wek rêxistina terorê qebûl kirine bên gerandin û bi her awayî rê li ber vedikin."

Erdogan: "Li herêma Herekata Kaniya Aştiyê li qadeke 4 hezar û 219 kîlomêtroqere 558 cî û war hatine paqijkirin û ji 900î zêdetir terorîst hatine berterefkirin."

Erdogan: "Ev li cem mexdûr û mezlûman nînin û niyeta wan tuneye gavekî wiha biavêjin. Ev tenê ji kuştin û firotina çekan fehm dikin. Wexta qala neftê dibe hema baz didin û jê namînin. Lewra ji bona wan dilopeke neftê beramberî xwîna bi hezaran însanan e û di nav sîstemeke wiha da ne."

Erdogan: "(Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê) Ji wan ra dibêjin 'terorîst', Amerîka. Ew xwediyê vê axê ne û axa xwe diparêzin. Hûn çawa ji wan ra dibêjin terorîst?"

Erdogan: "Ez li vê derê careke din di serî da Ewropa bangî welatên ku piştgiriyê didin rêxistinên terorê dikim: Hûn xeletiyê dikin. Ew rêxistinên terorê yên mîna mar bi jehr in ku hûn xwedî dikin sibê roj wê vegerin û bi we vedin, vê yekê wiha bizanibin. Niha jî ji bo ku hûn wan terorîstên welatiyên we ne hilnedin xwe dibin û tînin em bi vê zanin. Di DEAŞê da terorîstên we hene. Em ji we ra dibêjin 'Hadê hildin' hûn direvin û xwe didin alî, hilnadin. Ev terorîst di destê we da gihîştin hûn çima hilnadin?"

Erdogan: "Heger ji dervayî herêma ewle êrîş çêbin em ê bi tundî bersivê bidin û hewce bike em ê qada xwe ya herêma ewle berfireh bikin."

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE