''Tirkiye ji bona pêwistiyên xwe bi cî bîne wê serî li rêyên din bixe''

Erdogan: "(Hevdîtina bi Trump ra) Me got ku nelihevkirina di meseleya F-35an da dewam bike Tirkiye ji bona pêwistiyên xwe bi cî bîne wê serî li rêyên din bixe."

''Tirkiye ji bona pêwistiyên xwe bi cî bîne wê serî li rêyên din bixe''

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Me got ku heger di meseleya F-35an da helwesta nelihevkirinê ya heyî dewam bike Tirkiye ji bona pêwistiyên xwe bi cî bîne wê serî li rêyên din bixe.

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan der barê hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra wiha got: "Bi hevdîtinên ku hatin kirin me gelek meseleyên di navbera xwe da ji binî va çareser nekir, lê me ji hemû dinyayê ra nîşan da ku em nahêlin ev mesele têkiliyên me hildin bin tesîra xwe."

Erdogan diyar kir di hevdîtina bi Trump ra gotine ku heger di meseleya F-35an da helwesta nelihevkirinê ya heyî dewam bike Tirkiye ji bona pêwistiyên xwe bi cî bîne wê serî li rêyên din bixe.

Serokomar Erdogan destnîşan kir kesên rêxistina terorê ya cudakar mîna rêxistineke dijî DEAŞê şer dike nîşan didin îro dixwazin qetlîamên sivîl yên vê rêxistinê veşêrin.

Erdogan diyar kesê ku serokê mixalefeta sereke ye Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê wek 'rêxistina terorê' pênase dike û wiha got: "Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê çima li wir e? Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê li hember kesên êrîşî welatê me dikin li wir e. Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê welatê xwe diparêzin û tevî Mehmetçikên me egîd û micahid in ku şerê li wir dimeşînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE