"Tirkiye ji sedî 60ê pêwîstiyên xwe yên parastinê bi xwe çêdike"

Serok Erdogan di Teknofestê da axivî...

"Tirkiye ji sedî 60ê pêwîstiyên xwe yên parastinê bi xwe çêdike"

 Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Di vê heyamê da jî xwestin projeyên me sabote bikin, lê îqtidareke ku projeyên wê bên sabotekirin tuneye, îqtidareke ku rê li ber projeyan vedike heye."

Erdogan beşdarî merasima li TEKNOFESTê bû ku bi destê Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3) û Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê hat organîzekirin û Ajansa Anadoluyê (AA) şirîkê ragihandinê ya global bû.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da diyar kir hemû bûyerên di salên dawîn da diqewimin bi taybetî hişyariyê didin me û wiha got: "Loma jî ev nîşan dide ku divê em di her gavên xwe da di warê veberhênan û teknolojiyê da li pêş bin."

Erdogan destnîşan kir heger 'Hemleya Teknolojiyê ya Neteweyî' ya welatê me bi ser bikeve, em dikarin bibin civakeke ku teknolojiyê çêdike.

Serok Erdogan diyar kir heger di warê teknolojiyê da tenê wek bikarhêner bimînin wê nikaribin di tu warî da azadiya xwe mihafeze bikin.

Erdogan destnîşan kir di roja îroyîn da şertê ewil yê serxwebûnê ew e ku bibin welatekî ku teknolojiyê dîzayn dike û çêdike û îxrac dike.

Serok Erdogan diyar kir heger ewlehiya wan ya dijîtal tunebe heta dikarin tevdîrên fizîkî hildin wê nikaribin azadiya xwe bi temamî pêk bînin. 

Erdogan destnîşan kir Tirkiye niha hatiye asteke wisa ku ji sedî 60ê pêwîstiyên xwe yên parastinê bi xwe çêdike.

Serok Erdogan diyar kir di vê heyamê da jî xwestin projeyên wan sabote bikin got ku lê îqtidareke ku projeyên wê bên sabotekirin tuneye, îqtidareke ku rê li ber projeyan vedike heye.

Erdogan destnîşan kir heger îro negihîştina vê astê di operasyonên ku niha em li nav welêt û dervayî welêt dimeşînin da zehmetiyên mezin wê derketina.

Serok Erdogan destnîşan kir zanyarên wan seferberî dane destpêkirin û vedigerin welêt û got em bernameya lêkolînerên pêşeng ya navneteweyî amade dikin û wiha dewam kir: "Ez bangî hemû zanyarên me yên li çar aliyê dinyayê dikim û wan vedixwînim ku tevlî hewldana zanist û teknolojiyê ya li welêt bibin."

Erdogan balê kişand ser mijara kirêya bi dolarê û wiha got: "Ji vir careke din bangî AVMciyan dikim: Heger hûn hê jî di ciyê Lireyê Tirkiyeyê da bi dolarê hereket bikin, li qisûrê mêze nekin, emê bên diyarê hev."

Serok Erdogan destnîşan kir ev der Tirkiye ye û pereyê wê Lireyê Tirkiyeyê ye. AA

Dîroka nûkirinê: 22 îlon 2018, 17:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE