Tırkiye li ser sandiqê ye

Li Tirkiyeyê dengdayînê dest pê kir, welatî ji bo bijartina rêvebirên herêmî yên ku wê 5 salan wezîfeyê bikin rayên xwe didin.

Tırkiye li ser sandiqê ye

Tirkiye ji bo bijartina rêvebirên herêmî yên ku wê 5 salan wezîfeyê bikin îro diçe ser sandiqê.

Ji bo Hilbijartinên Giştî yê Rêvebiriyên Herêmî ya 31ê Adarê li 32 bajaran hilbijêr ji saet 07.00an pê va çûn ser sandiqê, li bajarên din jî rayavêtinê di saet 08.00an da dest pê kir.

Li gor biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) hilbijêrên li Adiyaman, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbekir, Elezîz, Erzincan, Erzirom, Gazîenteb, Gîresun, Gumuşxane, Hekarî, Qers, Meletye, Qehremenmereş, Mêrdîn, Mûş, Ordî, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Tuncelî, Şanliurfa, Wan, Bayburt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê di saet 07.00 da raydayînê dest pê kir. Li van bajaran rayavêtin wê di saet 16.00an da temam bibe.

Li bajarên din jî ray avêtinê di saet 08.00an da dest pê kir. Welatî wê heta saet 17.00an wê rayên xwe biavêjin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE