"Tirkiye S400 kirîne, me ev kar qedand"

Serok Erdogan got, "Ez nabêjim dê Tirkiye S400ên pergalên beravaniyê bikire, kirî. Me ev kar qedand."

"Tirkiye S400 kirîne, me ev kar qedand"

Serokê Komara Tirkiyeyê û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li navenda giştî ya partiya xwe di civîna komê de axivî.

Serok Erdogan got, "Tirkiye tevî wan janên ku kişand hemd ji Xwedê re li ser pêyan e. Heta îro me hertim me soza pêşketin, geşedan, dewlemendî, aramî, îstiqrar, siberojeke ronak ji gelê xwe re da û me ew kir. Li Enqereyê, li Stenbolê jî bila em şaş nebin, em têk neçûn, em li herdu cêyan jî biserketin. Em mikellef in ku beramberiya piştgirya ku ji me ra têkirin weke xizmet û îcreetê pêşkêş bikin. Emê ti carî misaedê nedin ku tiştek yan kesek têkeve pêşiya wan sozên ku me ji gelê xwe re dane."

Erdogan wiha jî got, "Ma YPG û PYD ne perçeyên PKKê ne? Piştgiriya herî mezin kî dide van? Hevkarê me yê stratêjîk..."

- "Ez nabêjim dê Tirkiye S400ên pergalên beravaniyê bikire, kiriye"

Serok Erdogan got, "Ez nabêjim dê Tirkiye S400ên pergalên beravaniyê bikire, kirî. Me ev kar qedand.Li tenişt ku buhayên wan guncav in, bi sitendina soza berhemanîna hevpar me peyman îmza kir. Înşela dê di demek kurt de werin."

Erdogan got, "Hûn dizanin take armanca wan a li Tirkiyeyê çiye? Gelo ka em çawa dikarin AK Partiyê ji îqtîdarê bixînin? Derdê wan ev e, lê dê nikaribin. Hêza wan têrê nake."

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Hezîran 2019, 10:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE