"Tirkiye wê derbasî heyameke nû û pêşketineke xurt bibe"

Serokomar Erdogan: "Înşeallah bi sala 2019an pê va Tirkiye wê derbasî heyameke nû û pêşketineke xurt bibe, bira şika kesî ji vê çênebe."

"Tirkiye wê derbasî heyameke nû û pêşketineke xurt bibe"

Serok Erdogan: "Înşeallah bi sala 2019an pê va Tirkiye wê derbasî heyameke nû û pêşketineke xurt bibe, bira şika kesî ji vê çênebe." 

"Me dijî poşêtên plastîk xebatekê da destpêkirin. Wekî tê zanîn hezar sal di axê da narizin. Loma jî me xebatekê da destpêkirin."

 "Em niha kirkirkê ji derva dikirin. Em pêwistiya bi kirkirkê bi berhemên îtxal dikin. Lê wê Wezareta Çandiniyê di vê mijarê da xebatekê bide destpêkirin û gavên hewce dikin tên avêtin. Em cardin biajon."

 "Min ji hevalên xwe ra got 'Em di kampanyaya 31ê Adarê da fîleyan û telîsên caw biemilînin.' Em ê poşêtên naylon neemilînin."

Serok Erdogan destnîşan kir wê firsendê nedin fikra "Divê li beldeya me pismamê min qezenc bike, bira filankesên ji eşîra me qezenc bike, em çi bikin, bira ji Stenbol û Enqereyê koç bikin" û wiha got: "Ev şiklekî dagirkeriyê ye. Em ê tevî Wezareta Karên Navxweyî tiştên wiha ji baş teqîb bikin. Lewra navê vê demokrasî nîne."

 "Ez bangî FETOyiyên li nav welêt û dervayî welêt dikim. Dawiya we hat, dereke hûn pê da herin û tiştekî hûn bikin nemaye."

"Kesên piştevaniya Fetoyê serkêşê we ye dikin wê heta çi çaxê piştevaniya wî bikin nizanim, lê dawiya dawî wê ew jî were."  

 "Hemd ji Xwedê ra me FETOyê bi piranî ji nav kamuyê teswiye kir. Di nav karsazan da têkiliya wan çi ye û derfetên wan çi ne em hêdî hêdî paqij dikin. Bi hilbijartina 31ê Adarê jî wê gelê me bermayiyên di şaredariyan da paqij bike."

"Endamên (FETO) di girtîgehê da ne û dengê xwe bilind dikin, karê wan mîna fîkandina di nav mezelan da ye."

"(FETO) Hema bêje her rojê dewletek banga hevkariyê li me dike. Heta li dinyayê tu qul û bexşeke bikevinê nemîne em ê bidin pey wan."

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 11:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE