"Tirkiye wê nebe şirîkê lîstikeke wiha"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir, ji bo berjewendiyên rejima Esed heke kuştina bi deh hezaran merivên bêsûc û guneh neyê dîtin, Tirkiye wê nebin şirîkê lîstikeke wiha jî û wê nebe temaşekar jî.

Erdogan ji bo Lûtkeya Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi Îngilizî, Rûsî û Erebî daxuyanî da.

Erdogan diyar kir ku Tirkiye ji destpêkê vir va ji bo sekinandina xwîna li Sûriyeyê dirije têkoşînê dide, bêyî ku ferq û cudahiyê têxe navberê li hemû birayên xwe yên Sûriyeyî xwedî derket, weke duh îro jî naxwaze ku bêfila Sûriyeyiyekî jî xwîn bibe.

Erdogan wiha got: "Ji bo berjewendiyên rejimê heke kuştina bi deh hezaran merivên bê sûc û guneh neyê dîtin, em ê nebin şirîkê lîstikeke wiha jî û nebin temaşekar jî. Divê meseleya Îdlibê bêyî ku bibe sedema êş û kulên nû, rageşiyên nû û li gor ruhê Astanayê were çareserkirin."

Dîroka nûkirinê: 08 îlon 2018, 16:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE