Serok Recep Tayyîp Erdogan got: "Em ê bi tu awayî destûrê nedin hewildanên ku wê nehêlin Tirkiye gav bavêje nav behrê."
Erdogan di merasima ji bo teslîmkirina keştiya sêyemîn a Projeya Mîlgemê ya TCG Bugazadayê ya dan Hêzên Behrê û qaynaxa ewil a tehtelbera nû ya Aydinreîsê hat lidarxistin da axivî."Em ê bi tu awayî destûrê nedin hewildanên ku wê nehêlin Tirkiye gav bavêje nav behrê"
Serok Erdogan got Tirkiye xebatên di qada parastinê da didomîne û wiha axivî: "Em ê bi tu awayî destûrê nedin hewildanên ku wê nehêlin Tirkiye gav bavêje nav behrê. Yên ku li hemberî Tirkiyeyê hewl dan ku li Behra Spî û Egeyê gav bavêjin fêm kirin wan xetayeke mezin kiriye."
Erdogan behsa rola Tirkiyeyê ya li herêmê kir û wiha dewam kir: "Emê teqez wê yekê qebûl nekin ku bêyî welatê me û KKTCyê çavkaniyên siruştî yên li Behra Spî ya Rojhilatê bi awayekî şêlandinê bên zeftkirin."
Der barê xebatên Tirkiyeyê yên di qada pîşesaziyê da jî Erdogan wiha axivî: "Tirkiye di pîşesaziya parastinê da ji sedî 80 girêdayî dervayî welêt bû ev rêje heta ji sedî 35an daket. Tirkiye bi 4 şirketên xwe yên ku dikevin nav 100 şirketên pîşesaziya parastinê ya dinyayê va di vê lîsteyê da bûye welatê 6emîn."
AA