Tirkiyeyê bertek nîşanî biryara Fransayê da

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Biryarnameya '24ê Nîsanê' ya Serokomarê Fransayê Macron bi awayekî eşkere biryarên DMME û Mehkemeya Destûra Bingehîn ya Fransayê binpê dike"

Tirkiyeyê bertek nîşanî biryara Fransayê da

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi biyarnameya "24ê Nîsanê" va bi awayekî eşkere biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Mehkemeya Destûra Bingehîn ya Fransayê binpê kir.

Serokomarê Fransayê Macron 24ê Nîsanê qaşo roja bîranîna komkujiya Ermeniyan îlan kir û Çavuşoglu li ser Twitterê bertek nîşan da.

Çavuşoglu got, "Biryarnameya '24ê Nîsanê' ya Serokomarê Fransayê Macron bi awayekî eşkere biryarên DMME û Mehkemeya Destûra Bingehîn ya Fransayê binpê dike. Macron di kampanyaya hilbijartinê da dixwaze sozê ku dabû Ermeniyan bi cih bîne û dîsa populîzmê dike. Bira pêşiyê li dîroka xwe ya tarî binihêre. Ji ser komkujiya Ruandayê ra çaryek esir derbas bû."

Serokomarê Fransayê Macron duh bi şev biryarnameya ku 24ê Nîsanê qaşo roja bîranîna komkujiya Ermeniyan îlan dike, pesend kiribû.

Piştî vê biryara ku Macron da 24ê Nîsanê wê têkeve salnameya fermî ya Fransayê.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 14:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE