''Tirkiyeyê di qeyrana Rûsya û Ukraynayê da helwesteke eşkere nîşan daye''

''Tirkiyeyê di qeyrana Rûsya û Ukraynayê da helwesteke eşkere nîşan daye''

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, "Tirkiye ji serê ser da (qeyrana Rûsya û Ukraynayê) helwesteke eşkere nîşan daye. Helwesta xwe ya hevseng û rast li gorî heq û hiqûqê bi eşkereyî nîşan daye."

Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov beriya li Moskovayê der barê şerê Ukrayna û Rûsyayê da biaxivin daxuyanî dan.

Mevlut Çavuşoglu diyar kir bi herdu terefan ra jî (Rûsya û Ukrayna) pêwendiyên wan baş in û got ku digel hemû zor û zehmetiyan me helwesta xwe ya ji bona navbenykariyeke rast û hêsankirinê domand.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu destnîşan kir Tirkiyeyê ji serê ser da di qeyrana Rûsya û Ukraynayê da helwesteke eşkere nîşan daye û got ku helwesta xwe ya hevseng û rast li gorî heq û hiqûqê bi eşkereyî nîşan daye.

- "Helwesta hevseng ya Tirkiyeyê ji bona me zehf bi qîmet e"

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov got ku bi Ukraynayê ra em li ser hin tiştan li hev nakin, lê helwesta hevseng ya Tirkiyeyê ji bona me zehf bi qîmet e.

Lavrov got ku em qîmetê didin helwesta çêkirinê ya Enqereyê ku dixwaze Peymana Montroyê bi cî were.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE