Tirkiyeyê îdiayên balyozê berê yê Îsraîlî derewandin

Wezareta Karên Derva: "Em bi awayekî teqez îdiaya dibêje ku axa Tirkiyeyê ji bo çalakiyeke dijî Îsraîlê yan jî welatekî din hatiye bikaranîn red dikin"

Tirkiyeyê îdiayên balyozê berê yê Îsraîlî derewandin

Wezareta Karên Derva ragihand ku îdiaya dibêje ku axa Tirkiyeyê ji bo çalakiyeke dijî Îsraîlê yan jî welatekî din hatiye bikaranîn red dikin.

Di parvekirina hesabê Twîtterê yê Îngilizî yê wezaretê da hat destnîşankirin ku piraniya raya giştî ya navneteweyî Hemasê wekî rêxistineke terorê nabîne, wekî rastiyeke siyasî ya li hilbijartinên li Xezeyê yên di 2006an da qezenc kiriye dibîne.

Di parvekirinê da hat bibîrxistin ku Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) par wek rêxistineke terorê qebûlkirina Hemasê red kir û wiha hat gotin: "Tirkiye jî di nav da welatên cuda bi Hemasê ra di astên cuda da têkiliyê datînin. Em bi awayekî teqez îdiaya dibêje ku axa Tirkiyeyê ji bo çalakiyeke dijî Îsraîlê yan jî welatekî din hatiye bikaranîn red dikin."

Balyoz Dore Goldê Nûnerê Daimî yê NYyê yê berê di gotara ku ji rojnameya Telegraph a Îngiliz ra nivîsand da der barê têkiliyên Tirkiye û Hemasê da rexne kiribûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 18:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE