Tirkiyeyê Fransa şermezar kir

Wezareta Karên Derva pêşnûmaya qanûna dibêje dayikên serê xwe digrin nikarin beşdarî ger û seyranên xwendingehan bibin a bi destê Senatoya Fransayê hat qebûlkirin şermezar kir

Tirkiyeyê Fransa şermezar kir

Wezareta Karên Derva pêşnûmaya qanûna dibêje dayikên serê xwe digrin nikarin beşdarî ger û seyranên xwendingehan bibin a bi destê Senatoya Fransayê hat qebûlkirin şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da wiha hat gotin: "Em pêşnûmaya qanûna dibêje dayikên serê xwe digrin nikarin beşdarî ger û seyranên xwendingehan bibin a bi destê Senatoya Fransayê hat qebûlkirin şermezar û red dikin."

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Qedexeya sergirtinê wekî 'Kesên Alîkariya Xizmetê Dikin' şîrovekirin aliyên xizmetên dewletê didin naxe hedefê, dayikên bi zarokên xwe ra hevalrêtiyê dikin dixe hedef.

Ev mînak e ku Fransa li dijî Mislimanan miemeleyên cuda dike û cudakariyê dike. Mimkun nîne ku Misliman û Tirkên li Fransayê dijîn, kesên li welatê me û dinyayê yên biwijdan vê qebûl bikin.

Meqamên Fransayê di dewsa midaxeleyên wiha cudakariya dijî Mislimanan zêde dikin da heke tevdîrên qanûnî yên dijî Îslamofobiyê hildin ew ê kêrhatî bibe. Welatên di her firsendê da qala azadiyan dikin îro radibin maf û azadiyan binpê dikin ev jî durûtiya wan nîşan dide."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku hin parlamenter û ezayên hikûmetê yên aqilmend li senatoyê hişyarî dan ku ev teklîf şaş e ji ber vê memnûn in û wiha pê da çû: "Hêviya me ew e ku Fransa guh bide van hişyariyan, ji vê şaşiyê vegere û li Meclisa Neteweyî pêşnûma were redkirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2019, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE