Tirkiyeyê ji ber rewşa li Myanmarê fikarên xwe anî ziman

Tirkiyeyê ji ber rewşa li Myanmarê fikarên xwe anî ziman

Wezareta Karên Derva di salvegera derbeya eskerî ya li Myanmarê ya di 1ê Sibata 2021î da çêbûbû daxuyand ku li welêt rewşa nebaş hê dewam dike ku ew ji ber vê bifikar in.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin Tirkiye dijî her cure derbeyê û midaxaleya eskerî ye.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di salvegera derbeya eskerî ya li Myanmarê ya di 1ê Sibata 2021î da çêbûbû em bifikar in ku li welêt rewşa nebaş hê dewam dike. Ji bo ku li welêt aştî û îstiqrar çêbibe, demokrasî dîsa bê avakirin divê gavên hewce dikin bên avêtin, tundiya li ser sivîlan bê rawestandin. Em bang dikin ku rewşa Misilmanên Rohîngayê ya nebaş bila bê başkirin û çareseriyeke mayînde bê dîtin."

Artêşa Myanmarê ji ber ku di hilbijartinên 8ê Mijdara 2020î da hile hatiye kirin, û li welêt rageşî zêde bûye di 1ê Sibata 2021î da dest dabû ser rêvebiriyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE