Tirkiyeyê ji hêla Îsraîlê va kuştina 7 Filistîniyan û serdagirtina Mescida Eqsayê şermezar kir

Tirkiyeyê ji hêla Îsraîlê va kuştina 7 Filistîniyan û serdagirtina Mescida Eqsayê şermezar kir

Wezareta Karên Derva ew yek bi tundî şermezar kir ku li Filistînê ji hêla hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê 7 Filistî hatin kuştin û hin kesên li Mescida Eqsayê birîndar bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da wiha hat gotin, "Ji bo me ciyê qebûlê nîne û her wiha em bi tundî wê yekê şermezar dikin ku Cenîn di serî da li ciyên cuda yên Filistînê yek jê zarok 7 Filistînî hatin kuştin, îro serê sibehê li dijî Misilmanên ku ji bo îbadetê li Mescida Eqsayê bûn midaxele hat kirin û hatin birîndarkirin."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ew bi fikar in ku van dawiyan li herêmê rageşî gur dibe û her wiha hat balkişandin ku divê di vê serdema hesas da rê ji bo tehrîk û tehdîdên li ser statu û menewiyeta Mescida Eqsayê neyê dayîn.

Di daxuyaniyê da ji bo Filistîniyên hatin kuştin ji Xwedê rehmet, ji bo birîndaran jî şifa hat xwestin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE