Tirkiyeyê Meclisa Nûneran a Amerîkayê şermezar kir

Li Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmaya dibêje ji ber Herekata Kaniya Aştiyê mueyîdeyan bidin ser Tirkiyeyê hat qebûlkirin li ser vê Tirkiyeyê qebûlkirina pêşnûmayê şermezar kir

Tirkiyeyê Meclisa Nûneran a Amerîkayê şermezar kir

Li Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmaya dibêje ji ber Herekata Kaniya Aştiyê mueyîdeyan bidin ser Tirkiyeyê hat qebûlkirin li ser vê Tirkiyeyê qebûlkirina pêşnûmayê şermezar kir.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya li ser mijarê da wiha hat gotin: "Pêşnûmaya Herekata Kaniya Aştiyê ya me wekî hincet nîşan dide û dixwaze mueyîdeyan bidin ser Tirkiyeyê li Meclisa Nûneran a Amerîkayê hat qebûlkirin em vê şermezar dikin."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku pêşnûmaya rayedarên payebilind ên Tirkiyeyê û Artêşa Tirkiyeyê wekî hedef nîşan dide li rihê mitefîqiya di bin banê NATOyê da tê meşandin nayê, pêşnûma berevajiyê mitebeqata 17ê cotmehê ye ku li ser Sûriyeyê bi Amerîkayê ra hat çêkirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku bi tehdîdên yekalî Amerîka nikare bigihêje ciyekî û wiha hat gotin:

"Rayedarên Amerîkayê yên ku ferqa di navbera welatekî mitefîq û rêxistineke terorê da nabînin bi gotin û çalakiyên xwe dikevin xefletê ku terorîstekî meşrû nîşan bidin, dibê fehm bikin ku bi tehdîdên yekalî nikarin bigihêjin ciyekî. Em bangî Kongreya Amerîkayê dikin ku bira mijarên eleqeya wan bi têkiliyên me ra tunin nexin amûrên siyaseta navxweyî, bira li gor rihê mitefîqî û hevkariyê tevbigerin û tevdîran hildin da ku li gavên zirarê didin têkiliyên me û rêveberiya Amerîkayê neyên avêtin."

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE