Tirkiyeyê pêşniyar kir ku welatiyên Tirk ji herêmên rojhilat ên Ukraynayê derkevin

Tirkiyeyê pêşniyar kir ku welatiyên Tirk ji herêmên rojhilat ên Ukraynayê derkevin

Wezareta Karên Derve bi awayekî tund tê pêşniyarkir ku di çarçoveya geşepêdanên dawîn de welatiyên Tirkiyeyê ji herêmên rojhilat ên Ukraynayê derkevin.

Wezaretê derbarê rewşa geştûguzarî û ewlekariya herêmên rojhilat ên Ukraynayê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Di çarçoveya geşepêdanên dawîn de bi awayekî tund tê pêşniyarkirin ku welatiyên me ji herêmên rojhilat ên Ukraynayê derkevin. Di rewşên pêwîst de em pêşniyar dikin welatiyên me digel Balyozxaneya me ya li Kîevê peywendiyê deynin."

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku di rewşa acil de mumkun e îrtîbat digel Balyozxaneya li Kîevê (+380632114765 ; +380632557748) û Navenda Bangê ya Konsolgeriya Wezaretê (0312 292 2929) bê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE