Wezareta Karên Derva êrîşa li Basela bajarê Swîsreyê ya alîgirên PKKya rêxistina terorê ya dijî Mihrîcana Zarokan a Navneteweyî ya 23ê Nîsanê kiribûn, şermezar kir.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin: "Em êrîşa îro ya li Basela bajarê Swîsreyê ya ku alîgirên rêxistina terorê dijî Mihrîcana Zarokan a Navneteweyî ya 23ê Nîsanê kirin, bi tundî şermezar dikin".
Hat gotin rêxistina terorê û hezkiriyên wê li navenda Ewropayê êrîşî şahiyeke zarokan kirin ku ev jî rûyê kirêt ê rêxistina terorê careke din nîşanî raya navneteweyî da.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em ji bo welatiyên me yên di êrîşê da birîndar bûne şifayê dixwazin, em bendê ne ku failên vê bûyera menfur bilez teslîmî edaletê bên kirin û cezayê heq dikin hildin."
Hin alîgirên PKKyê piştî çalakî qediya û der û dor dihat berhevkirin hatin li cem Tirkan û peyv avêtin wan, bariyerên li qadê berjêr kirin û êrîşî welatiyan kirin.
Di êrîşê da gelek kes birîndar bûn.
AA