Wezareta Karên Derva êrîşa bombeyî ya ku li Qendehara wîlayeta Efxanistanê di mizgeftekê da hat kirin şermezar kir û peyama sersaxiyê weşand.
Di daxuyaniya wezaretê weşand da wiha hat gotin: "Em pê hesiyan ku îro li Qendehara wîlayeta Efxanistanê di dema nimêja înê da di mizgeftekê da êrîşa bombeyî hatiye kirin, kuştî û birîndar hene."
Daxuyanî wiha dewam kir: "Em wan êrîşên terorî yên dijî mirovahiyê ku di demên dawîn da li Efxanistanê hemberî mizgeftan tên kirin, şermezar dikin. Xwedê rehma xwe li kuştiyan bike û em sersaxiyê didin gelê Efxan ê xwîşk û birayên me ne."
- Êrîş ji alî 2 êrîşkarên xwekujiyê va hat kirin
Li Qendehara wîlayeta Efxanistanê ya wekî kelha Talibanê tê zanîn 2 êrîşkarên xwekujiyê bi bombeyê êrîşî Mizgefta Fatimiyeyê ya Şiiyan kirin, di êrîşê da herî kêm 30 kes hatin kuştin û ji 200î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Hefteya çûyî jî li Kunduza wîlayeta Efxanistanê dîsa bi bombeyê êrîşî mizgefteke Şiiyan kiribûn û di bûyerê da 46 kes hatibûn kuştin.
Berpirsyariya êrîşa li Kunduzê jî DEAŞa rêxistina terorê hildabû ser xwe.