Wezareta Karên Derva êrîşên terorê yên ku li Gaoya herêma Maliyê dijî sivîlan hatin kirin û tê da ji 50yî zêdetir kes hatin kuştin, şermezar kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya wezaretê, li Gaoya herêma Maliyê di 8ê tebaxê da dijî sivîlan êrîşên terorê hatin kirin û di êrîşan da ji 50yî zêdetir kes hatin kuştin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ew van çalakiyên terorê yên menfûr bi tundî şermezar dikin û wiha hat gotin, "Serê malbat, dost, gelê Maliyê yê bira û hikûmeta wê sax be."AA