Tirkiyeyê Îtalya şermezar kir

Wezareta Karê Derve dana hemşehrîtiya fexrî bo Ocalanê serekê terorîstan li navçeya Bercetoya Îtalyayê, şermezar kir.

Tirkiyeyê Îtalya şermezar kir

Wezareta Karê Derve dana hemşehrîtiya fexrî bo Abdullah Ocalanê serekê terorîstan li navçeya Bercetoya Îtalyayê, bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de bal hat kişandin ku li navçeya Bercetoya Îtalyayê hemşehrîtiya fexrî dane Ocalanê serekê terorîstan û bertek hat nîşandan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Li navçeya Bercetoya girêdayî eyaleta Parmaya ku dikeve herêma Emilia Romagnaya Îtalyayê, 5ê cotmehê meclisa şaredariyê hemşehrîtiya fexrî dane Abdullah Ocalanê serekê terorîstan, em vê bi tundî şermezar dikin. Ocalanê ku bi hovane zêdetir ji 40 hezar mirov kuştiye û Serekê PKKya ku di lîsta rêxistinên terorê ya YEyê de ye, tê xwestin ku bê meşrûkirin, ev yek nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Balyozê Îtalyayê yê li Enqereyê Massimo Gaiani ji Wezareta Karê Derve re hat bangkirin û derbarê mijarê de helwest hat nîşandan.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Cotmeh 2019, 09:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE