Tirkiyeyê Îzlanda şermezar kir û hişyarî da

Tirkiyeyê ji ber tevgera nebaş a li hemberî Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê Îzlanda şermezar kir û hişyarî da

Tirkiyeyê Îzlanda şermezar kir û hişyarî da

Tirkiyeyê ji ber tevgera nebaş a li hemberî Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê ya li Balafirgeha Keflavîkê Îzlanda şermezar kir û hişyarî da.

Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê ji bo pêşbirka bi Îzlandayê ra çû Îzlandayê ku beşdarî pêşbirkên Koma Hyê ya Hilbijartina Şampiyoniya Ewropayê ya 2020an bibe. Tîma Neteweyî li Balafirgeha Keflavîkê ji hêla rayedaran rastî miemeleya nebaş hat. Ji ber vê rewşa nebaş Tirkiyeyê bi rêya Balyozxaneya xwe ya Osloyê Îzlanda şermezar kir.

Di metnê şermezarkirinê da bal vê tevgera nebaş hat kişandin.

Hat gotin Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê li balafirgehê ji hêla rayedarên ji Îzlandayê va ji bo kontrola pasaportê gelekî hatiye rawestandin, alavên futbolîstan bi awayekî berfireh hatiye kontrolkirin û li hemberî wan bêrêz û êrîşkar hatiye tevgerîn.

Miemeleya nebaş a rayedaran hat şermezarkirin û hat xwestin ku tevdîrên ewlehiyê yên berfireh bên dîtin.

Balyozê Osloyê yê Tirkiyeyê Fazli Çorman ji bo aciziya Tirkiyeyê bîne ziman û tevdîrên hewce dike bên dîtin rê ket ku here Îzlandayê.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Hezîran 2019, 12:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE