"Tirkiyeya me di têkoşîna dijî koronavîrusê de serdema berahî qedand"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Tirkiyeya me di têkoşîna dijî koronavîrusê de serdema berahî qedand. Encam, teşxîs û serkeftina di tedawiyê de nîşana wê yekê ye ku me şewb xist bin kontrolê de."

"Tirkiyeya me di têkoşîna dijî koronavîrusê de serdema berahî qedand"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Tirkiyeya me di têkoşîna dijî koronavîrusê de serdema berahî qedand. Encam, teşxîs û serkeftina di tedawiyê de nîşana wê yekê ye ku me şewb xist bin kontrolê de. Êdî em dikarin di rêveberiya şewbê de di sepanan û polîtîkaya rojane de hinek guherankariyan bikin."

Wezîr Koca got, Şewb kete bin kontrolê de lêbelê rastiyên derbarê vîrusê de neguherîn. Hê jî malên me jîngehên herî pêbawer in, li hember vîrusê. Tehdîda koronavîrusê ji holê ranebûye. Pêdivê heta vîrusberê dawîn bê îzolasyonkirin û bê tedawîkirin."

Koca herwiha ji bo têkoşîna dijî Kovîd-19ê got, "Serdema nû ne ew serdema asayî ya normalîzebûnê ye. Rîsk didome. Jidestdana kontrolê dê bibe bangheşta pêleke duyemîn. Me ev li gelek welatan dît."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE