Tirkiyeyê ji ber terorîst Kufodinas bertek nîşanî Yewnanistanê da

Wezareta Karên Derva: "Em cardin bi tundî şermezar dikin ku meqamên Yewnanistanê cara çaremîn mafê destûrê da mehkûm Dimitris Kufodinasê mensûbê rêxistina terorê ya 17ê Mijdarê."

Tirkiyeyê ji ber terorîst Kufodinas bertek nîşanî Yewnanistanê da

Tirkiyeyê ji ber ku mafê destûrê da Dimitris Kufodinasê endamê rêxistina terorê ya 17ê Mijdarê, meqamên Yewnanistanê şermezar kir.

Daxuyaniya Wezareta Karên Derva daxuyaniya nivîskî da û wiha got, "Em cardin bi tundî şermezar dikin ku meqamên Yewnanistanê cara çaremîn mafê destûrê da mehkûm Dimitris Kufodinasê mensûbê rêxistina terorê ya 17ê Mijdarê."

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Xweşbîniya ku bi vî rengî nîşanî terorîstekî ku dîplomatên me kuştin, ji bo bîrdariya wan û malbatên wan ê biêş û keder bê rêzî ye. Terorîstekî har heke ku ji verastkirinên vî rengî mifadar bibe, wê ji aliyê têkoşîna terorê da zeafiyetên mezin derkevin holê."

Kufodinasê ku kodnavê wî "Lukas" e, ji ber sûcên terorê 16 caran cezayê hebsê yê heta hetayê xwariye û ji 2002yan vir va di Hebsa Koridallosê da girtî ye. Lijneya girtîgehê berî niha sê caran destûr dabûyê.

Rêxistina 17ê Mijdarê di navbera salên 1991-1994an da dîplomatên Balyozxaneya Atînayê yên Tirkiyeyê Çetîn Gorgu û Omer Sîpahîoglu şehîd kiribûn, Misteşarê Balyozxaneyê Deniz Bolukbaşi, Ataşeya Îdarî Nîlgun Keçecî û şofêr Adil Yildirim jî birîndar bûbûn.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Tebax 2018, 15:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE