Serok Recep Tayyîp Erdogan bi minasebeta salvegera 45an a Hereketa Aştiyê ya Qibrisê axivî û got: "Kesên xeyal dikin ku rastiya Tirkên Qibrîsê peryeçeyê gelê Tirk e biguherînin zû yan jî dereng wê fehm bikin ku hewldanên wan badilhewa ne."
Ji daxuyaniya Serok Erdogan hin sernavên derketin pêş ev in:
"Tirkiyeyê Herekata Aştiyê ya Qibrîsê ji bona parastina heq û menfeetên gelê Tirk yê Qibrîsê kir xwediyê hevpar yê Girava Qibrîsê ne. Îro jî dinya biryardariya me ya di vê mijarê da dibîne.
Bila şik û gumana kesî çênebe, artêşa Tirk çawa ji bona ewlehiya Tirkên Qibrîsê hat rojê 45 sal berê gavên hewce dkirin avêt îro wê xwe nede paş û çi hewce dike, bike."
Kesên wisa difikirin ku dewlemendiya girav û herêmê bi tenê aidî wan e wê li hember xwe biryardariya Tirkiyeyê û Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur bibînin."
AA