“Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re baş in”

Trump: Êdî em ji sînorê wan vekişiyan, ew niha tiştên baş dikin

“Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re baş in”

Serokê Emerîkayê Donald Trump destnîşan kir ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Emerîkayê de baş in û got,”em êdî ji sînorê wan vekişiyan, niha ew karên baş dikin.” di girtina serkêşê DEAŞ’ê de bal kişand ser girîngiya rola tirkiyeyê.Trump ji bo ku beşdarî civîna serkirdeyên NATO’yê bibe, çû londonê. trump di axaftina xwe ya li wê derê de ji ber gotina “nato êdî li ber sekeratê ye” rexne li Serokkomarê fransayê macron girt.

Serokê Emerîkayê Donald Trump:"Bi Erdoğan re têkiliyên me yên baş hene. Bi Tirkiyeyê re têkiliyên me baş in. Em demeke dirêj li ber sînorê wan man. Em êdî ji sînorê wan vekişiyan. Ew niha karên baş dikin.

Got, “Tirkiye hevakerekî baş ê NATOyê ye.”

Trump destnîşan kir ku mutebeqata di navbera Enqere û Washingtonê de baş dewam dike.

Serokê Emerîkayê Donald Trump ji bo beşdarî civîna serkirdeyên NATOyê bibe li Londonê ye.

Trump di axaftina xwe ya piştî civîna bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re li ser têkiliyên Tirkiye û Emerîkayê sekinî.

Serokê Emerîkayê di girtina serkêşê DEAŞê Bexdadî de bal kişand li ser girîngiya rola Tirkiyeyê.

Serokê Emerîkayê Donald Trump: "Tirkiyê di operasyona Bexdadî de gelek alîkarî da me. Jixwe alîkariyeke zêdetir çênedibû û nikaribû zêdetir piştgiriyê bide. Bi Tirkiyeyê re peymana me heye û pêvajo baş dewam dike. Ez dixwazin leşkerên xwe ji wê derê vekişînim. Lê ez dixwazin petrola wê derê jî bibim. Min peymaneke baş danî. Ez ji Tirkiyeyê hez dikim. Navbera min û Erdoğan baş e.”

Eşkere kir ku hêj jî bi Tirkiyeyê re civînên li ser S-400an dewam dikin.

Serokê Emerîkayê bertek nîşanî daxuyaniya Serokkomarê Fransayê Macron jî da.

Trump ji ber gotina Macron a “Êdî NATO li ber sekeratê ye” rexne lê girt û got ev ji bo NATO heqaret e.

Serokê Emerîkayê Donald Trump:Daxuyaniyeke dijwar e. Gava hûn gotineke wisa bibêjin, ev tê wateya bêrêziya li 28 welatên endam jî.

Serokê Emerîkayê her wiha got,”Herî zêde Fransa hewceyê NATOyê ye.”

Dîroka nûkirinê: 04 Kanûn 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE