Rûsyayê di çarçoveya têkoşîna Kovîd-19ê da ji Amerîkayê ra ekîpmanên tibî şand û hat ragihandin balafira kargoyê ya ku alav tê da ne, gihîşt New Yorkê.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, balafira kargoyê ya eskerî ku tîpa wê "AN-124" e, li gor saeta New Yorkê di saet 16.00î da li JFKya Balafirgeha Navneteweyî ya New Yorkê danî.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Rûsyayê hatibû dayîn, balafira ku ekîpmanê tibî û maske tê da ne, ji Balafirgeha Eskerî ya Çkalovskê ya li herêma Moskowayê ji Amerîkayê ra hat şandin.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov duh wiha gotibû, "Rûsyayê ji bo rewşa xerab a epîdemiyolojîk a li Amerîkayê teklîfa ekîpmanê tibî û parêzkar kir. (Donald) Trump ev teklîf bi spasdarî qebûl kir."
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di 30ê adarê da bi têlefonê axivîbûn.
AA