Têkoşîna dijî terorê: " Em di vê mijarê da bibiryar in"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar: "Têkoşîna me ya dijî terorê dê heya roja ku terorîstê dawîn hat berterefkirin bidome"

Têkoşîna dijî terorê: " Em di vê mijarê da bibiryar in"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar der heqê êrîşa terorê ya li Batmanê da wiha got, "Têkoşîna me ya dijî terorê dê heya roja ku terorîstê dawîn hat berterefkirin bidome."

Akar li Brukselê ku seba civîna Wezîrên Parastinê yên NATOyê lê ye, daxuyanî da çapemeniyê û wiha got, "Di encama êrîşeke xaîn da 7 şehîdên me û birîndarên me hene. Ez pêşiyê ji Xwedê bo şehîdên me rehmetê dixwazim û bo birîndarên me jî şifayê dixwazim. Serê miletê me bira sax be."

Akar ji bo têkoşîna dijî terorê wiha peyam da, "Têkoşîna me ya dijî terorê dê heya roja ku terorîstê dawîn hat berterefkirin bidome. Em di vê mijarê da bibiryar in. Hemû ewlekarî, polês, cendirme û gundparêzên me bibiryar in û vê têkoşîna xwe li hundirê welat û li dervayî welat didomînin."

Wezîr Akar herwiha der heqê mijara Minbicê da jî wiha got, "Me bal kişand ser wê yekê ku em naxwazin li rexê sînorê me korîdoreke terorê ava bibe. Herwiha me got armanca me ew e ku dawiyê li hebûna PYD/YPG û PKKyê li Minbicê bînin."AA

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2018, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE