Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di mitînga li Edeneyê da xîtabî gel kir û got ku têkoşîna wan a li dijî kesên ji ala û bangê ra bêrêziyê dikin wê bidome.
SerokErdogan der barê tifaqa bi MHPê ra da got: "Tifaqa Cumhurê tifaqa berjewandiyê ya rojane nîne, ji bo qezenckirina 3-4 şaredariyan nehatiye avakirin."
Ji axaftina Serokomar Erdogan hin sernavên derketin pêş ev in:
"Li Taksîmê bi serkêşiya CHP û HDPyê komeke qaşo ji bo roja jinan kom bû, bi fîtandinê û dirûşmeyan li hemberî bangê bêrêzî kir.
Em dibêjin 'şaredarî karê ji dil e' û rêvebiriya şaredariyeke ku her kesî hembêz dike teahhud dikin. Ew jî li hemberî ala û banga me bêrêziyê dikin û rasterast êrîşî îstiqlala me û dahatûya me dikin. Tifaqa wan a tekane dijminatiya bang û alayê ye.
Li vî welatî kî dijminê alayê, bang, welêt û dewletê be, sekna li hemberî wan hemûyan deynê me yê namûsê ye.
Ev mesele meseleya siyasetê nîne. Rasterast meseleya namûsê ye. Heke em ji bo 3-4 rayan çavên xwe ji wan ra bigirin em nikarin li rûyê ewladên xwe, ecdadên xwe binihêrin. Ji bo vê, emê heta dawiyê li hemberî van dijminên bang û alayê têkoşînê bidin."
AA