TKP Li Tunceliyê bi ser ket

CHP'ê li memleketê Kılıçdaroğlu ji sedî 20,93yê dengan girt

TKP Li Tunceliyê bi ser ket

Serokê CHP’ê Kılıçdaroğlu li memleketê xwe têk çû. Li Dêrsimê Partiya Komutnîst a Tirkiyê qezenc kir.

Memleketê Serokê CHP’ê Kemal Kılıçdaroğlu ye.

Di sala 2010an de dema bû serokê CHP’ê di hilbijartina xwe ya ewil de ji dengên herî zêde yek jî li wir bi dest xistibû.

Ji sedî 56 bêhnok 21ê dengan girtibû, 2 parlamenterên xwe xistibûn meclisê.

Lêbelê piştî wê di hemû hilbijartinan de, li bajarê bav û kalan têk çû.

Di hilbijartinên sala 2014an de li Dêrsimê namzedê HDP Mehmet Ali Bul ji sedî 42 bêhnok 4an qezanc kir.

Namzedê CHP’ê jî ji sedî 30 deng girtibûn.

Di vê hilbijartinê de encam ji ya berê ne dûr e.

Hilbijêrên Dêrsimî reya xwe da namzedê Partiya Komûnîst a Tirkiyê Mehmet Fatif Maçoğlu.

Maçoğlu ji sedî 32 bêhnok 24ên dengan girtin.

Li dû Maçoğlu jî namzedê HDP ji sedî 29 bêhnok 4 deng girtin, dengên ku gihîştin CHP’ê jî di rêjeya 20 bêhnok 93an de man.

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE