Tûra duçerxê: Pêşbazî sibê li Bodrumê dest pê dike

Erdogan: Ji ber grafîka serfiraziya Tûra Duçerxê ya Serokomariyê ku hersal bilind dibe em kêfxweş in

Tûra duçerxê: Pêşbazî  sibê li Bodrumê dest pê dike

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ji bo Tûra Dûçerxê ya Tirkiyeyê ya Serokomariyê (Tour of Turkiye) ya di bin berpirsyariya wî da tê kirin, piştevaniya dide wê bidomîne.

Erdogan ji bo pirtûka nasandina pêşbaziya ku wê sibê li Bodrumê dest pê bike û di 17ê Nîsanê da li Stenbolê bi dawî bibe, nivîsek nivîsî.

Serokomar Erdogan di nivîsa xwe da ragihand ku ji ber bilindbûna grafîka serfiraziyê ya pêşbaziyê ew kêfxweş e û wiha domand: "Em ji ber ezimandina sporvanên ji welatên cihê ku bi wesîleya 57emîn Tûra Duçerxê ya Tirkiyeyê ya Serokomariyê ku li ser rûyê dinyayê "tûreke di nav parzemînan da ye" gelekî kêfxweş in.

Serokomar Erdogan bi bîr xist ku tûra duçerxê cara ewil di sala 1963an da bi navê Tûra Marmarayê dest pê kir û wiha domand: "Ji ber grafîka serfiraziya ku di sala 1963an da bi Tûra Marmarayê dest pê kir û di sala 1965an da bi Tûra Duçerxê ya Tirkiyeyê ya Serokomariyê gihîşt asta navneteweyî û hersal bilind dibe, em kêfxweş in. Di 10ê Nîsanê da ji Kelha Bodrumê wê tûr dest pê bike û di 17ê Nîsanê li Navenda Ataturk ya Stenbolê jî wê bi dawî bibe û ez wisa bawer dikim wê dîmenên rengîn derkevin holê."

Serokomar Erdogan ji beşdarbûyiyan ra serfirazî xwest û hemû saziyên piştgirî dan tûrê jî pîroz kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE