''Trêna biceyran a neteweyî wê di dawiya vê salê da dakeve rêhesinê''

''Trêna biceyran a neteweyî wê di dawiya vê salê da dakeve rêhesinê''

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu li fabrîqeya Şirketa Hevpar a Pîşesaziyê ya Vagonê ya Turkiyeyê (TUVASAŞ) ya li Adapazariyê beşdarî merasima Testên Fabrîqeyê ya Setên Trêna Biceyran a Neteweyî bû.

Karaîsmaîloglu anî ziman wek wezaret ew di qada gihandin û binesaziyê da serkeftinên mezin bi dest dixin û ew hewl didin vê bêtir xurt bikin û bigîhinin dahatûyê.

- "Trêna biceyran a neteweyî wê di dawiya vê salê da dakeve rêhesinê"

Karaîsmaîloglu got gava herî mezin a vê serkeftinê jî ew e ku ceribandina seta trêna neteweyî wê bê kirin û ewê dest bi xizmetê bike û wiha agahî da: "Di dawiya vê salê da ewê dakeve rêhesinê û bi îzna Xwedê di demeke kin da emê rêwiyan bibîn û bînin."

Wezîr Karaîsmaîloglu behsa trêna biceyran a neteweyî kir û wiha axivî: "Di teknolojiya rêhesinê da bi çêkirina wesayîtên xwemalî û neteweyî va em bibiryar in ku xebatên xwe bidomînin. Armanca me ew e ku di çêkirina wesayîtên rêhesinî da Turkiye bibe navendeke girîng."

- "Di seta prototîpê ya ku hat temamkirin da ji sedî 60 xwemalîbûn heye"

Karaîsmaîloglu anî ziman trêna biceyran gelekî baş tê çêkirin û wiha dewam kir: "Setên trenên me yên xwemalî û neteweyî di saetekê da 160 kîlomêtro bilezçûyînê û 176 kîlomêtro leza sêwirandinê va hatin çêkirin. Ji bilî ewlehiya bilez a çûyînê ji hêla kêfxweşiya rêwiyan, rehetî û daxwaza wan jî xwedî taybetmendiyan e. Di seteke ku ji 5 wesayîtan pêk tê da 324 qoltix hene ku ji van 2 heb ji bo rêwiyên astengdar hatine veqetandin. Di seta prototîpê ya ku hat temamkirin da ji sedî 60 xwemalîbûn heye. Ji bo çêkirina birêz (serî) jî armanc ji sedî 80 xwemalîbûn e. Bihayê seta prototîpê li gor hin tiştên wek vê yên ji dervayî welêt tên anîn ji sedî 20 erzantir e."

Wezîr Karaîsmaîloglu got Turkiye êdî dikare bixwe trênan çêbike û wiha axivî: "Welatê me êdî hatiye wê astê ku dikare trêna bilez û trêna bilez a bilind bixwe çêbike. Ji vir pê va êdî hewcedariya Tirkiyeyê nemaye ku ew ji dervayî welêt wesayîtan temîn bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE