TRT Kurdî li ser sînor e

Artêşa Sûriya Azad bi çekên giran li ser sînor amade ye

TRT Kurdî li ser sînor e

Ji bo operasyona muhtemel a rojhilata Firatê hazirî bênavber dewam dikin. Em jî wek TRT Kurdiyê li ser sînor liv û tevgerdariyê dişopînın. Ekîba me çû aliyê gundê Ûlaşliya El Babê û dîmenên kolandina xendek û tunelên terorîstên YPG/PKK’yî kişandin.

Ji bo ku bakurê sûriyê û minbicê ji rêxistina terorî pkk/pyd’ê rizgar bikin hazirî bênavber didomin.

Ji aliyekî Hêzên çekdar ên Tirkiyê ji aliyê din jî artêsa suriya azad li ser sînor amade ne.

Minbic ji bakur û rojava hatiye dorpêckirin.

Endamên artêşa sûriya azad li El Babê haziriyên xwe bênavber didomînin.

Ekiba TRT KURDIYÊ jî çû ser xeta sinor.

Endamên artêşa suriya azad li ser xetê dev ji tevdiran bernade.

Eskerên Artêşa Sûriya Azad li gundê ûlaşliya el babê li ser sînor bi çekên giran û wesaidan amade ye.

Di kozik û çeperan de berê silehên xwe dane cihên teroristan.

Ji aliyê din li gundê boxazliyê jî dema ku teroristên ypg/pkk’ê xendek û tunel dikolan ketin ber kamereya TRT KURDIyê.

Terorîsten pyd’ê dikevin tunelan û derdikevin.

Ev yek jî gav bi gav hat qeydkirin.

Kameramanê me Ali Yoldaş û nucegihanê me Alaattin Gecer ev dimen girtin.

Her wiha niştecihen herêmê ji hebûna rêxistina terorî aciz in.

Xelkê gundê ulaşliyê dibêje em li ser axa xwe teroristan nazwazin.

Dîroka nûkirinê: 02 Çile 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE