Trump bi "teşwîqa îsyanê" tê sucdarkirin

Meclisa Nûneran a DYAyê maddeya ezlê ya ku Serok Donald Trump bi "teşwîqa îsyanê" tê sucdarkirin, qebûl kir

Trump bi "teşwîqa îsyanê" tê sucdarkirin

Di dengdayina li Meclisa Nûneran a DYAyê de maddeya ezlê ya ku Serok Donald Trump bi "teşwîqa îsyanê" tê sucdarkirin, hat qebûlkirin.

Demokratên di Kongrêsa DYAyê de li hember Trumpê ku ji êrîşa ser Kongrêsê ya 6ê çileyê berpirsyar tê girtin, gaveke giring avêtin.

Trumpê ku hefteyek maye mîada wî ya serktiyê biqede, li Meclisa Nûneran di reşnûskekê de cih girt û di maddeya ezlê de bi "teşwîqa îsyanê" hat sucdarkirin.

Piştî nîqaşeke dûr û dirêj di dengdayina li Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran de maddeya ezlê ya ku Serok Donald Trump bi "teşwîqa îsyanê" tê sucdarkirin, bi 232 dengên "BELÊ" li dijî 197 dengên "NA" hat qebûlkirin.

Ji aliyekî din ve 10 parlementerên Komarxwaz jî dengên xwe weke belê bikaranîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE