Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku li sînorê Tirkiye û Sûriyeyê serkeftine mezin pêk hat û herêma ewle hat avakirin.
Trump li hesabê xwe yê Twîtterê parvekirinek kir û wiha got: "Li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê serkeftine mezin pêk hat. Agirbest wê dewam bike. Wezîfeya muherebeyê qediya. Kurdên li herêmê bi Amerîkayê ra baş xebîtin û niha di emniyetê da ne. Mehkûmên DEAŞê jî di emniyetê da ne."
Trump di dewama parvekirina xwe da got ku der barê mijarê da ew ê di saet 11.00an da li Qesra Spî daxuyaniyeke berfireh bide.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Putîn duh li Soçiya bajarê Rûsyayê hatibûn bal hev û der barê bakurê Sûriyeyê da mitebeqateke ji 10 xalan pêk tê îmze kiribûn.
AA