Trump: "Rêveberiya nû wê di 20ê Rêbendanê da dest bi wezîfeya xwe bike"

Trump ji bo biserdagirtina Kongreyê got ku ew "êrîşeke kirêt" bû û got: "Wek hemû Amerîkayiyan ez jî ji ber tundî, nehiqûqî û aloziyê êşiyam."

Trump: "Rêveberiya nû wê di 20ê Rêbendanê da dest bi wezîfeya xwe bike"

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew ê ji bo rêveberiya Joe Biden dest bi kar bike wê bingeheke nerm amade bikin û di 20ê Rêbendanê da jî rêveberiya nû wê dest pê bike.

Trump ji ser Twitterê bo alîgirên ku piştgiriya wî dikirin û roja çarşemê bi ser Kongreyê da girtin vîdeoyek weşand û tê da peyamên xwe da.

Trump ji bo biserdagirtina Kongreyê got ku ew "êrîşeke kirêt" bû û got: "Wek hemû Amerîkayiyan ez jî ji ber tundî, nehiqûqî û aloziyê êşiyam."

- Trump bertekên tund nîşanî xwepêşandêran da

Trump destnîşan kir ku wî di demeke kurt a piştî destpêkirina bûyeran da hêzên ewlehiyê û Mihafizên Neteweyî wezîfedar kir û wiha domand: "Amerîka her gav dewleteke hiqûqî bûye û divê wisa be jî."

Serokê Amerîkayê Trump bertek nîşanî xwepêşandaran da û got: "Hûn nûnertiya welatê me nakin. Kesên hiqûq binpê kiribin wê berdêla wê bidin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE