Trump:Ji Tirkiyeyê xeberên xweş hene

Serokê Amerîkayê Donald Trump spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir û got ku "Ji Tirkiyeyê xeberên xweş hene, bi milyonan jiyan wê bên xilaskirin."

Trump:Ji Tirkiyeyê xeberên xweş hene

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji bo peymana Sûriyeyê ya di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da hat îmzekirin ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra sipas kir.

Trump li eyaleta Teksasê beşdarî çalakiyekê bû û li wê derê axivî. Trump di axaftina xwe da ji bo peymana Amerîka û Tirkiyeyê li ser rojhilatê Feratê îmze kirin got, "Îro li Rojhilata Navîn rojeke bêhempa ye. Ji ya ku em hîn bûnê cuda bû lêbelê tişta ku bi salan tu kesî nikaribû bikira me kir."

Trump got naxwazin bi tu kesî ra şer bikin û wiha pê da çû: "Ji Serokomar Erdogan ra sipas dikim. Ji Kurdan û serokên Kurdan ra sipas dikim. Ji welatên paşva piştgirî dan me ra jî sipas dikim. Ev peyman bê hempa ye."

Trump îdia kir ku DEAŞ bi tevahî hildan bin kontrolê û ji bo tevkariya dan ji Mîke Penceyê Alîkarê Serokê Amerîkayê û Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva ra jî sipas kir."

Trump diyar kir ku di mijara Sûriyeyê da mizakere hatin kirin û peyman hat çêkirin û wiha axivî: "Ev ji rewşa Tirkiyeyê wêdatir e. ji Sûriyeyê û hemû welatên din wêdatir e. Dibe ku şerekî felaket çêbûya û bi milyonan meriv bihatina kuştin. Me ya ku ji destê me tê kir."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE