TSKê û MÎTê operasyoneke girîng birin ser dersînor

Bi operasyona ku navê Mustafa Karakayayê 11 mehî yê ku bi destê terorîstên PKKyî li Hekariyê hat şehîdkirin danê derbeke mezin li kadroya serokan a qaşo ya rêxistina terorê xistin

TSKê û MÎTê operasyoneke girîng birin ser dersînor

Di operasyona hevpar a Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) ya ser Şingala li bakûrê Iraqê hat kirin de Îsmaîl Ozdenê bi nasnavê "Mam Zekî Şengalî" yê ku ji serokên qaşo yên PKKê ye û endamê konseya birêvebirinê yê KCKyê hat berterefkirin.

Di daxuyaniya ku ji ser hesaba Twîtterê ya Wezareta Berevaniyê hat dayîn de hat ragihandin ku bi operasyona hevpar a MÎT û TSKê endamê konseya rêveberiyê yê qaşo yê PKK/KCKya rêxistina terorê û berpirsê Şingala bakûrê Iraqê Îsmaîl Ozdenê bi nasnava "Mam Zekî Şengalî" yê ku di Lîsteya Terorîstên Lê Digerin a Wezareta Karên Navxweyî de li kategoriya "sor" de bû hat berterefkirin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê bi dest xistin bi operasyona ku Ozdenê 66 salî yê ku yek ji endamên herî kal ên PKKê ye hat berterefkirin li derveyî sînor operasyoneke serkeftî ya ser PKK/KCKya rêxistina terorê hat kirin.

- Navê şehîd Bedîrhan dan operasyonê

Di çarçoveya li cihê wî têkoşîna dijî terorê de operasyon birin ser Şingalê û bi operasyonê di 15ê tebaxê de derbeke mezin li kadroya qaşo ya serokan a dersînor a PKKê ya ku êrîşên xwe yên terorî yên ewil di 15ê tebaxa 1984an de kir û her sal vê dîrokê wekî amûra propagandayê bi kar tîne xistin.

Ji aliyê din ve Navê Bedîrhan Mustafa Karakayayê 11 mehî yê ku bi destê terorîstên PKKyî li Hekariyê hat şehîdkirin dan operasyona ku li dersînor hat kirin.

- Li Ewropayê jî fealiyet kirin

Terorîst Ozden di navbera salên 1992-1996an de li Ewropayê fealiyet kirin. Ozden di sala 1996an de ji ber sûcên "endamtiya PKKya rêxistina terorê" û "êrîşên ser kargehên tirkan" li Almanyayê hat girtin û di sala 1998an de hat texliyekirin. Ozden endamê konseya birêvebirinê yê KCKê ye û di sala 2018an de wî kirin berpirsê eyaleta Şingalê yê KCKê yê qaşo.

AA 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE