"Tu dewlet wekî me qîmetê nade kal û pîrên xwe"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna jin û edaletê de axivî...

"Tu dewlet wekî me qîmetê nade kal û pîrên xwe"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Salên dûr û dirêj di nîqaşên îdeolojîk da jin wek sembol dihat emilandin û em ji ber vê aciz dibûn. Kesên nedikarîn dijminatiya xwe ya dijî dîrok, çand û nirxên gelê me eşkere bikin xwestin neyartiya xwe li ser çalpeyên dayîk, jin û keçên me nîşan bidin."

Erdogan li Grand Cevahîr Otêlê di Civîna Jin û Edalet ya Navneteweyî ya 3emîn da axivî.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir ku di bingeha çanda me da cudakariya cinsî tuneye.

Erdogan diyar kir taybetiyên dinyaya ku bi sedsalan bi komî dest û lingên însanan li qeyd û bendan dixistin, wekî mal difirotin û ji bona vê jî jin û zarokan biçûk didîtin aidî me nînin.

Serok Erdogan destnîşan kir wek şexis di kîjan qadên siyasetê da wexta bûye berpirsiyar ji jê ra şeref û bextewariyeke mezin bûye ku rê li ber jinan veke û bi wan ra bixebite.

Erdogan diyar kir îro li Rojavayê tu dewlet wekî Tirkiyeyê qîmetê nade kal û pîrên xwe û got ku em di vê mijarê da yekemîn in.

Serok Erdogan destnîşan kir hişmendiya ku berê jinan wekî mal didît îro jî li ser navê wekheviyê jinan diemilîne û got ku ev ji me ra ecêb nayê.

Erdogan destnîşan kir niha li Meclisê 53 jê ji AK Partiyê bi tevahî 104 parlementerên jin hene û wiha got: "Ji sedî 17,5ê Meclisê ji jinan pêk tê û ev rêje her çiqas têr neke jî reqoreke dîrokî ye."

Serok Erdogan destnîşan kir li dinyayê di mijara alîkariya ji bona dewletên kêm pêşketine da gorî dahata neteweyî Tirkiye dewleta yekemîn e.

Erdogan diyar kir li zanîngehên wan hîndekarên wezîfeyê dikin hema bêje nîvî ji sedî 44an zêdetir jin in û wiha got: "Parêzerên me mîmarên me hema bêje ji sedî 44ên wan ji jinan pêk tê. Dadger û dozgerên me jî ji sedî 31 û dîplomatên me jî ji sedî 20î zêdetir jin in. Di qada mamostetiyê da rêjeya jinan jî jî ji sedî 56 û di qada bankeyan da jî rêjeya xebatkarên jin ji sedî 51 e."

Serok Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da wiha got: "Salên dûr û dirêj di nîqaşên îdeolojîk da jin wek sembol dihat emilandin û em ji ber vê aciz dibûn. Kesên nedikarîn dijminatiya xwe ya dijî dîrok, çand û nirxên gelê me eşkere bikin xwestin neyartiya xwe li ser çalpeyên dayîk, jin û keçên me nîşan bidin."

"AA

Dîroka nûkirinê: 23 Mijdar 2018, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE