"Tu hêzeke fanî nikare pêşketina Tirkiyeyê bisekinîne"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "2019 wê cuda be. Heke ku em reşbîn nebin û nekevin bêhêvîtiyê, tu hêzeke fanî nikare pêşketina welatê me bisekinîne."

"Tu hêzeke fanî nikare pêşketina Tirkiyeyê bisekinîne"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got: "Dema ku em di sala 2002yan da bi rê ketin, îxracata me çi bû? 36 milyar dolar. Vê gavê çi qas e? 170 milyar dolar e. Bi verastkirinê va me ji bo 8 hezar û 582 îxracatkarê me pasaportê kesk anî û me ji bo gelek welatan rêya seyahata bêvîze vekir."

Serok Erdogan li Swissotel Bosphorusê di vekirina Lijneya Giştî ya Darayî ya Sala 2018an a Lijneya Têkiliyên Aborî yên Dereke (DEÎK) da axivî.

Erdogan ji bo xurtkirina KOBIyan wiha axivî: "Di bin vî banî da (DEÎK) di eslê xwe da bi hildana KOBIyan va ez jî wisa bawer dikim ji bo ku KOBÎ xurttir bibin divê em gavekê bavêjin."

'Di dîplomasiya bazirganiyê da jî her ku diçe zêdetir qala Tirkiyeyê tê kirin'

Erdogan der heqê tsunamiya ku li Endonezyayê çêbû da wiha axivî: "Bi vê wesîleyê va serê hemû gelê Endonzeyayê sax be, wek gelê Tirk em sersaxiya wan dixwazin."

Serok Erdogan li ser dîplomasiya bazirganiyê ya Tirkiyeyê sekinî û wiha axivî: "Bi qasî ku di dîplomasî û alîkariyên însanî da qala Tirkiyeyê tê kirin, di dîplomasiya bazirganiyê da jî her ku diçe zêdetir qala Tirkiyeyê tê kirin."

Erdogan got, "2019 wê cuda be" û wiha dewam kir: "Heke ku em reşbîn nebin û nekevin bêhêvîtiyê, tu hêzeke fanî nikare pêşketina welatê me bisekinîne."

'Tu bibî serokê mixalefeta sereke wê çi be, nebî wê çibe'

Erdogan li ser bûyerên Geziyê jî axivî û wiha got:

"Gule berdan polêsê me, kolan, kargeh û ew otobêsên ku bi baca însanên me va hatin kirîn pelixandin û şewitandin. Yên welathez ev in? Yên netewperwer ev in? Hûn çawa radibin û kesên ku piştgirî dan van diparêzin? Tu bibî serokê mixalefeta sereke wê çi be, nebî wê çibe.

Vaye wê vê gavê jî bi rêya dezgehên weşanê va min daliqînin. Vê yekê musweddeyên ku xwe wek hunermendan nîşan didin ew dikin. Yahû her derê te hunermend be wê çi be.

Tê rabî Serokomarê vî welatî daliqînî, vêga here bedela vê li darazê bide.

Em bi awayekî cuda derketin serê vê rêyê, tu yê min ber bi daliqandinê va bibî... Yahû heddê te ye? Me bi şehadetê bawer kiriye û em mirovên wisa ne ku seba bedela van amade ne."

Erdogan der heqê aboriyê da jî wiha axivî: "Bi serastbûna piyaseyên fînansal va di heyama pêş me da bi rastî jî aboriya me wê pir xurt be."

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Kanûn 2018, 18:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE