''Tu kes nikare der barê pêvajoya darazê da fermanê bide dadgehên Türkiyeyê''

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy: Tu kes nikare der barê pêvajoya darazê da fermanê bide dadgehên Türkiyeyê

''Tu kes nikare der barê pêvajoya darazê da fermanê bide dadgehên Türkiyeyê''

Hamî Aksoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva diyar kir ku banga Amerîkayê ya ji bo berdana Osman Kavala li berevjiyê rêgeza dewleta hiqûqê ye û wiha got: "Türkiye dewleta hiqûqê ye. Tu dewlet an kes nikare der barê pêvajoya darazê da fermanê bide dadgehên Türkiyeyê."

Aksoyê Berdevk pirsa li ser daxuyaniya Ned Priceyê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ya ji bo Kavala da nivîskî bersivan.

Aksoy diyar kir ku Türkiyeyê di 28ê tîrmeha 2020î da jî bersiv dabû daxuyaniya bag dikir Kavala were berdan a Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê û wiha pê da çû: "Ez dixwazim ku carekî dîsa bi bîr bixim ku daxuyaniya duduyan a bi heman naverokê li berevjiyê rêgeza dewleta hiqûqê ye."

Berdevk Aksoy diyar kir ku pêvajoya darizandina Kavala bi destê dadgehên serbixwe tê domandin, dibê her kes rêzê nîşanî vê bide û wiha got:

Teqîba îcraya biryara Osman Kavala ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di civîna mafên mirovan a Komîteya Delegeyên Konseya Ewropayê da tê meşandin. Hikûmeta me di vê çarçoveyê da agahiyan pêşniyaz dike. Welatê di îadekirina serkêşê FETOyê yê li welatê me rabû hewla derbeyê da pêvajoya hiqûqî wekî hincet nîşan dide radibe hewl dide ku midaxeleyî pêvajoya hiqûqî ya li Türkiyeyê dewam dike bike, ev bêrêgezî ye hewleke nakokî ye. Türkiye dewleta hiqûqê ye. Tu dewlet an kes nikare der barê pêvajoya darazê da fermanê bide dadgehên Türkiyeyê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE