"Tu kes nikare tovên cihêtiyê di nav me da bireşîne"

Erdogan li Navenda Pêşangehê ya Yahya Kemal Beyatli di Bernameya Vekirina Hefteya Mewlûda Nebî da axivî.

"Tu kes nikare tovên cihêtiyê di nav me da bireşîne"

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Sînorê biratiya Îslamê ya cîhanî tuneye. Tu kes nikare tovên cihêtiyê di nav me da bireşîne."

Erdogan li Navenda Pêşangehê ya Yahya Kemal Beyatli di Bernameya Vekirina Hefteya Mewlûda Nebî da axivî.

Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da got ku em ji ber baweriya Îslamê û şiûra ometê bi derdê mirovên ku bi hezaran û deh hezaran kîlomêtro ji welatê me dûr ra dibin xwedî derd û wiha dewam kir: "Dema em rojê 5 danî berê xwe didin Kebeyê, destê xwe ber bi asîman vedikin, silavê didin, misehefayê dikin cardin şiûra miletbûnê, şiûra ometbûnê fêm dikin."

Erdogan got ku hin kes dibêjin 'Bila Sûriyeyî biçin' em tu carî ji van tiştekî hêvî nakin û wiha pê da çû: "Em bi rastî jî di nav rojên dijwar da ne. Em di heyameke wisa da ne ku fitneya mezhebparêziyê, teasuba nijadî, reng, ziman û qewmî dil û hişê me hêsîr girtiye."

Serokomar Erdogan destnîşan kir sînorê biratiya Îslamê ya cîhanî tuneye û tu kes nikare tovên cihêtiyê di nav me da bireşîne û wiha got: "Em di heyameke wisa da ne ku îxtirasên şexsî, nexweşiyên civakî, bêedaletî, tehde û şidetê wekî xewnereşkekê çok daye ser mirovahiyê."

Erdogan diyar kir sedan sal in ku ji bajarên Îslama warê aştî û gumrahiyê feryadên êtîman, dayikên ku zarokên wan hatine kuştin bilind dibe û wiha axivî: "Heke em bixwazin ku îro jî civakeke pêbawer ava bikin divê em heman samîmiyet, sedeqat, hişmendiya emanetê, wefa, hezkirin, siyanet û merhemata wî (Pêxember) di jiyana xwe da bikin serdest."

Serokomar Erdogan di berdewamiyê da wiha peyivî: "Şaristaniya Îslamê ji aliyekî va di cendereya rêxistinên kujer yên wekî DEAŞ, Boko Heram, Eş-Şebab, FETO, PKK û YPGyê da û ji aliyê din va jî di cendereya cehalet, teasuba mezhebî û meşrebî da hema bêja rastî komkujiyeke çandî tê."

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Mijdar 2019, 16:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE