Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) ragihand tu nîşaneyek tuneye ku kesên ji şewba virûsa koronaya bi tîpa nû (Kovîd-19) xilas bûne wê careke din bi heman şewbê nekevin.
RTDê di daxuyaniya xwe ya nivîskî weşand da xwest ku bila li gor rê û rêzikên rêberên rêxistinê weşandiye bê tevgerîn.
Di daxuyaniyê da ji bo tevgera hin welatên ku "pasaporta jêbexşiyê" û "belgeya birîsk nîne" didin kesên ji şewba Kovîd-19ê filitîne hişyarî hat dayîn. Hat gotin ku tevgerên wiha îhtimal heye rîska belavbûna şewbê zêdetir bike.