''Tu vîrus ji tevdîrên me hêzdartir nîne"

Serok Erdogan, (Vîrusa Koronayê) "Înşellah Türkiye bêyî ku kes bimire ji vê tengasiyê xilas bibe, hêviya me ev e. Tu vîrus ji tevdîrên me hêzdartir nîne."

''Tu vîrus ji tevdîrên me hêzdartir nîne"

Serokkomarê Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Heke êrîşeke herî biçûk jî bînin ser van deran em ê bi bersivdayînê nesekinin û bi muqabileke giran muemele bikin."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan di axaftina xwe da der barê vîrusa koronayê ya nû da wiha got: "Înşellah Türkiye bêyî ku kes bimire ji vê tengasiyê xilas bibe, hêviya me ev e. Tu vîrus ji tevdîrên me hêzdartir nîne."

Erdogan destnîşan kir ji bona ev nexweşiya (Kovîd-19) ku li hemû dinyayê belav bûye nepeke welatê wan her cure tevdîrên hewcedar di demê da hildane.

Serok Erdogan diyar kir operasyonên Türkiyeyê seranserê mehekê li Îdlibê domandin û Herekata Mertalê Biharê ya da destpêkirin îfadeya biryardariya wan ya ji bo pêşîlêbirîna tehdîdan e ku hetanî sînorê wan hatin.

Erdogan destnîşan kir eşkere nîne ku rejim û milîsên mezhebperest ên piştgiriyê didin wê çiqasî guh bidin agirbestê û wiha axivî: "Ji niha va binpêkirinên agirbestê yên piçûk dest pê kirin. Li gor peymana me û Rûsyayê li ser li hev kir em vê bi Rûsyayê ra parve dikin û li bendê ne ku tevdîran hildin."

Serok Erdogan der barê cihên çavdêriyê yên li Sûriyeyê da got ku heke êrîşeke herî biçûk jî bînin ser van deran em ê bi bersivdayînê nesekinin û bi muqabileke giran muemele bikin û wiha dewam kir: "Em ji nêz va dişopînin ku rejim û milîsên alîgiriya wê dikin li ser xeta agirbestê barîkatan ava dikin. Me soz da, aliyê li hemberî me jî heke bi heman hesasiyetê tevbigere em heta dawiyê li ser soza xwe ne. Lê yên li hemberî me soza xwe bi cih neynin, em dikarin ya ji berê girantir bi ser wan da herin."

Erdogan diyar kir eskerên Türkiyeyê, ewladên vî welatî tu carî mihtacê parastina Esedê zalim nînin û got ku vê wisa bizanibe Kemal Efendî û wiha dewam kir: "Türkiye ne ku quweta wê di rejimê an jî rêxistinên terorê da naçe agirbesta berwext îmze kir, ji bo ku seba hemû aliyên li Îdlibê çareseriyeke maqul û tê domandin were dîtin îmze kir."

Serok Erdogan destnîşan kir dema navê YPG an jî HDSyê li PKKyê bikin rastî ji holê ranabin, ser heqîqetan nayê girtin û wiha peyivî: "Li dijî şikandina îradeya yekîtî û bihevrabûnê ya miletê me û ezma têkoşîna welatê me êrîş tên kirin û serkêşiya van êrîşan jî zilamê serê CHPyê dike."

Erdogan got ku yek Esed ji merivên Türkiye li Sûriyeyê bi wan ra dixebite ra dibêje teorîst, yek jî şexsê li serê CHPyê û wiha dewam kir: "Em bi zatê ne bi tenê cahil her wiha bêhed ra rûbirû ne ku axaftina bêxem a ji ser kursiyê CHPyê ra û birêvabirina dewletê tevlihev dike."

Serok Erdogan diyar kir Türkiye ji bo ku ji zincîrên wesayetê xilas bibe dixebite, CHP berdevkî û parêzeriya wesayetê dike û got ku Tirkiye dijî PKKyê têkoşînê dide, CHP dibêje 'hevalno' û ligel terorîstan cî digire.

Erdogan der barê penaberan da got ku di navbera tiştên ku Naziyan kirin û dîmenên li ser sînorê Yunanistanê da tu ferq tuneye û wiha peyivî: "Di ser mirovên bêguneh ên dixwazin jiyana xwe xilas bikin û ji zarokên xwe ra dahatûyeke baştir ava bikin da gulebarandin, avêtina bombeya xazê, ava kel û her cure miemeleyên dijî mirovahî bi gotinekê va hovîtî ye."

Serok Erdogan der barê têkiliyên Türkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) da wiha got: "Heta fesla gera serbest a Türkiyeyê vebe, yekîtiya gumrukê bê rojanekirin, alîkariya malî bê kirin û hemû daxwazên me bi awayekî berbiçav bên cih emê vê rewşa xwe ya li ser sînorên me bidomînin."

Erdogan balê kişand helwesta YEyê û wiha axivî: "Em ji kesî alîkarî naxwazin û destê xwe jî li ber kesî venakin. Bi tenê daxwazeke me heye ku bila ew sozên ji welatê me ra hatin dayîn bi cih bînin."

"Her pêkhateyên ku qaşo nû ne tên nîşandan pêwistiya AK Partiyê piştrast dikin"

Serok Erdogan: "Her pêkhateyên ku qaşo nû ne tên nîşandan pêwistiya bi AK Partiyê piştrast dikin. Wek mayîn bi kêrî tiştekê nayê."

Erdogan li Navenda Giştî ya AK Partiyê di Civîna Serokên Bajaran ya Berfirehkirî ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan diyar kir axiriya kesên ku doza wan gel û welatê wan nebe tim û daîm mehkûmî ziyanê ye.

Erdogan destnîşan kir her pêkhateyên ku qaşo nû ne tên nîşandan pêwistiya bi AK Partiyê piştrast dikin. Wek mayîn bi kêrî tiştekê nayê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE