Tunêla Zaxoyê vebû

Ji bo bazirganiya Tirkiye û Iraqê pir girîng e...

Tunêla Zaxoyê vebû

Tunêla zaxoyê ya ku ji aliyê lîmak înşaatê ve hat çêkirin, bi merasîma fermî û beşdarbûna serokwezîrê herêma kurdan nêçîrvan barzanî hat vekirin. Dirêjahiya tunêlê 3 hezar û 600 metre ye û mesrefa wê 143 milyon dolar e. Ev tunêl ji bo bazirganiya di navbera Tirkiye û Iraqê de xwedî girîngî ye.

Tunêla ku Zaxo û Dûhokê digihîne hev hat vekirin.

Bi saya vê tunêlê 300 kesên ji Tirkiyeyê û 200 kesên ji Herêma Kurdan bûbûn xwedî karç mesrefa vê tunêlê jî 140 milyon dolar e.

Avakirina tunêlê 2013yan de dest pê kiribû û tunêl ji 2 tûpan, 2 riyên çûyînê 2 riyên hatinê pêk tê. Dirêjahiya tunêlê 3 hezar û 600 metre ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdan Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî merasîma vekirina tunêlê bû.

Barzanî destnîşankir ku vebûna vê tunêlê ji bo bazirganiya Tirkiye û Iraqê wê sûdewer be.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji Hikûmeta Tirkiyeyê re jî spas kir.

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2018, 14:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE