Turgut Özal li ser gora xwe hat bibîranîn

Serokkomarê 8. Özal di 27. salvegera mirina xwe de bi diayan hat bibîranîn

Turgut Özal li ser gora xwe hat bibîranîn

Serrokomarê 8emîn Turgut Özal, di 27emîn salvegera mirina xwe de bi diayan hat bibîranîn. Serok Recep Tayyip Erdoğan jî ji bona salvegera mirina Özal, peyameke taybet weşand. Serok erdoğan di peyama xwe de bal kişand ser xebatên Özal ên ji bo pêşketin û mezinbûna aborî û demokrasiya tirkiyê.

Serokkomarê 8emîn Turgut Özaldi 27emîn salvegera mirina xwe de li Stenbolê li ser gora xwe hat bibîranîn.

Ji ber tevdîrên koronayê, destûr nehat dayîn zêde kes beşdarî merasîma li ser gora wî bibin.

Ligel kurên wî Ahmet Özal û Efe Özal, Midûrê Giştî yê Karên Ewlehiyê yê Serokatiya Karên Îdarî yê Serokatiyê Yusuf Karaloğlu, Waliyê Stenbolê Ali Yerlikaya û gelek rayedarên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de ji bona Özal rêz hat girtin.

Piştre Quran hat xwendin û dia hatin kirin.

Mêvanan piştî merasîmê sersaxî da Ehmet û Efe Özal.

Serok Recep Tayyip Erdoğan jî ji bo bona Özal peyamek weşand.

Di peyama xwe de bal kişand ser reformên Özal ên ji bo pêşketin û demokrasiya Tirkiyê.

“Turgut Özal ji bo pêşketin û pêşxistina welatê me xîreteke mezin da. di dilê gelê me de cihê Turgut Özal girîng e. rehma xwedê li 8emîn Serokkomarê Tirkiye Turgut Ozal be.”

Turgut Özal di 3ê Cotmeha 1989an de bûbû 8emîn serokkomarê Tirkiyê.

Di 17ê Nisana 1993an de di 66 saliya xwe de dema li ser karê xwe bû jiyana xwe ji dest da.

Di sala 2012an de hat îdiakirin ku Özal ji ber cînayetê miriye. Li ser van îdayan tirba wî hat vekirin û otopsî hat kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di rapora xwe de got bi van agahiyan sedema teqez a mirina Turgut Özal nehatiye tespîtkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE