''Türkiye bi zilma buxtan û derewan ya hişmendiya CHPyê ra rû bi rû dimîne''

''Türkiye bi zilma buxtan û derewan ya hişmendiya CHPyê ra rû bi rû dimîne''

 Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan diyar kir Tirkiye bi zilma buxtan û derewan ya hişmendiya CHPyê ra rû bi rû dimîne û got ku navê vê terora derewan e.

Erdogan destnîşan kir bi gotinên xwe yên der barê Qanala Stenbolê da jî bi eşkereyî nîşan didin ku ne destûr û qanûnan nas dikin, ne adaba dewletê dizanin û ne jî siyaneta wan ji gel ra heye û wiha axivî, "Gava em hatin desthilatdariyê me deynê kesên beriya xwe neda? Me da û em didin. Çima? Lewra dewlet ev e, loma em ji wan ra dibêjin ev dewlet nînin zilet in."

Serok Erdogan der barê îdiaya li ser 'xwendekarên Qeterî' da wiha axivî, "Li hember 2 milyon û 600 hezar xwendekarî bêsiyanetiyê dikin û bêyî şerm bikin dibêjin xwendekarên ji Qeterê wê bêyî îmtihan bikevin fakulteyên tibê. Ez bawer dikim ku hemû xwendekarên li welatê me wê bi pêsîra Kiliçdaroglu û rêvebirên CHPyê bigirin û hesabê vê rezîliyê bipirsin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE